Li bajarê Minbicê erebeyeke bombebarkirî teqiya, li gorî agahiyan birîndar û kuştî hene.
Di berdewama rewşa tevliheviya ewlehiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî de erebeyeke bombebarkirî li kolana “Rabîte” ya bajarê Minbicê yê dagirkirî teqiya.
Li gorî agahiyên hatine bidestistin, di encama teqînê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li bajarê Minbicê, ji dema dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve gelek erebeyên bombebarkirî hatine teqandin û gelek kes hatin kuştin.
Li Zirganê ji ber topbarana dewleta Tirk stasyona sotemeniyê rûxiya
Li aliyê din îro ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Zirganê Stasyona Sotemeniyê zirareke mezin dît.
Bi taybetî Stasyona Xişman a sotemeniyê ji xizmetê derket.



