Hêzên Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Aşmê ku di encamê de ji malbatekê 10 kes birîndar bûne, şermezar kir û da zanîn ku ev êriş li dijî pîvanên navnetewî ne..
Fermandariya Giştî ya Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Aşmê yê li rojavayî bajarê Kobanê de daxuyaniyek nivîsekî weşand û got:
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de 7 zarok, 2 jin û mêrek birîndar bûne.
Ev êriş binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan di demên şer de ye.
Em vî sûcê hovane bi tundî şermezar dikin.
Em teqez dikin ku em ê pabendî parastina gelê xwe û mafên wê bin.
Aştî û edalet mafekî rewa yê gelê me ye. Em ê têkoşîna mîsogerkirina ewlehî û silametiya gelê xwe bidomînin.



