Li Çiyayê azad gerîla bi çalakiyên xwe yên Taktîkî artêşa Tirkiyê bê-çare kiriye.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Çiyayê Gabarê yê Bakûrê Kurdistan, li dijî Tabûra leşkerî û bîrên pêtrolê çalakiya ezmanî pêk anî.
HPG’ê Ragihand ku ev çalakî weke bersiva armanc-girtina sivîlan pêk hatiye.
HPG’ê dibêje ger êrişên li dijî sivîlan berdewam bike, wê demê em ê êrişên xwe zêdetir bikin.
Di demekî de ku Tirkiyê dibêje me PKK li Çiyayê Gabarê qedan, gerîla li wî çiyayî çalakî pêk an û bersiv da.
Bi şêwazê gêrîlayên profesyonel bi teknîka serdemê li dagirkeriya Tirkiyê hat xitin.
Belê, gerîlayên Azadiya Kurdistanê li çiyayê Gabarê yê Bakûrê Kurdistan çalakiya ezmanî pêk anî.
Gerîlayan, Tabûra leşkerî û bîrên pêtrolê kirin armanc.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev yek bi riya daxuyaniyekê eşkere kir.
HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji aliyê yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ve hatiye lidarxistin û derbarê hûrgiliyên çalakiyê de ev agahî dan:
HPG: Yekîneyên şehîd Dogan Zinar ev çalakî pêkanîn
Roja 27’ê Çileyê niştecihên gundê Şihê yê girêdayî nahiyeya Dînartê ya navçeya Akrê û endamê eşîra Zêbarî Cafer Celal û hevjîna wî ji aliyê MÎT û Parastinê ve bi zanebûn hatin hedefgirtin.
Di encama vê yekê de, her du sivîl û welatiyê me yê kal, bi hovane hatin qetilkirin.
Ji bo bersiva vê komkujiyê, roja 30’ê Çileyê Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar çalakî pêk anîn.
Çalakî li çayayê Gabarê li dijî Tabûra Seslîce TRT ya leşkerî û Bîrên Petrolê pêk hat.
“Ger êrişên li dijî sivîlan bidomin, wê ev çalakiyên me berdewam bikin”
Hêzên me bi balafiran 4 caran êriş kirin, Ev êriş jî yên şiyariyê ne.
Eger ji vir û şûnde gelê me yên sivîl werin armanckirin, weke bersiv wê hêzên me yên parastina Hewayî bi heman şêwazî bersiv bidin.”
Beriya niha ango 10’ê Çile Fermandarê Giştî yên Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan ragihandibû ku di destê wan de, teknîka ku bikaribe ji Anatoliya bigre heta Behra Spî hêzên Tirkiyê bixe, heye.



