Wekî serdana yekemîn, Rêveberê HTŞ’ê Ebû Mihemed El-Colanî çû erebistana Si’ûdiyê.
Rêveberê HTŞ’ê û wezîrê derve Se’id El-Şîbanî li balafirgehê ji aliyê cîgirê Welî-ahtê Siûdiyê, Mihemed bin Ebdulezîz ve hate pêşwazîkirin.
Paşê El-Colanî ji aliyê Welî-ahtê Siûdiyê Mihemed bin Selman ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin li Qesra El-Yemama a li paytext Riyadê pêk hat.



