Îro li Zanîngeha El Şerq a kantona Reqayê ezmûnên nîvsala yekemîn dest pê kir.
Li Zanîngeha El Şerq a kantona Reqayê ezmûnên nîvsala yekem dest pê kir. Ji bo xwendekarên sala yekem û sêyem ezmûd ji saet 9:30 sibehê heya 11:30 danê sibê tê pêkanîn. Ji bo xwendekarên sala duyemîn û çarem ji seet 12.00 heya saet 14.00 tê pêkanîn.
Berpirsê Ofîsa Karûbarên Ezmûnên Giştî ya Zanîngeha El Şerq Ferhan Elo ji ajansa me re ragihand kir ku hemû amadekarî hatine kirin da ku ezmûn bi aramî û hêsanî pêk bên.
Zanîngeha El Şerq ji 8 fakulte û 4 enstîtuyan pêk tê: Fakulteya Zanistî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hiqûqê, Fakulteya Aborî, Fakulteya Zimanê Îngilîzî, Fakulteya Hunerê, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Bijîşkî, Enstîtuya Teknîkî, Enstîtuya Ziman, Enstîtuya Endezyariyê û Enstîtuya Îdarî û Darayî.



