Çalakvanên Ranyayê dan zanîn ku dewleta Tirk bi hemû rêyan hewl dide ezmûna li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake û gotin: “Divê em wek Kurd yekgirtina xwe çêkin û çarenûsa xwe diyar bikin”.
Di derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û giringiya yekgirtina Kurdan, çalakvanên navçeya Ranyayê ya ser bi îdareya Raperîn axivîn.
Çalakvan Hawrê Kastro îşaret bi sîstema rêvebirinê ya Rojavayê Kurdistanê kir û got:
Ezmûna Rojava yek ji wan ezmûnên herî nû başe ku di çend salên borî de kariye rêvebirinek baş bike.
Divê hemû Kurd ji bo parastina ezmûna li Rojava û rewşa nû ya li Suriyeyê derketiye yekdeng bin.
Çalakvan Star Resûl jî da zanîn ku gelê Kurd rolek mezin a şoreşgerî nîşanî hemû gelên Suriyê da û wiha anî ziman:
Pêwîste hêzên Kurd ên her çar aliyên Kurdistanê bi taybetî jî Başûr helwestek cidî nîşan bide û bi yekdengî parastinê li Rojava bikin.



