Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku serokwezîrê Iraqê biryar daye ku li ser êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê, lijneyek were avakirin.
Duh bi dronên xwekuj êrişî Qada Gazê ya Kormor ku dikeve sînorê navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê hate kirin.
Derbarê bûyerê de Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de tenê agir li nêzî tankerên sotemeniyê ketiye û ti ziyanek canî û madî çênebûye.
Li gorî heman daxuyaniyê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, ji bo lêkolînkirina êrişê, biryara avakirina lijneyek ewlekarî û teknîkê daye.



