Meşa Dirêj ya di çarçoveya pêngava “ji Rêber Apo re azadî, ji pirisgirêka Kurd re Çareserî” di roja xwe ya 14’an li Parîsê berdewam dike.
Meşvan çûn serdana Komeleya Çandê ya Sarcelles a Ermenî, hin siyasetmedarên Drancyê û esnafan.
Her wiha Şandeya ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kudistaniyên li Ewropayê, bi endamê Komeleya Çandê ya Sarcelles a Ermenî Pierre Indgeyan re hevdîtin pêk anî.
Beşdarên hevdîtinê dan zanîn ku têkoşîna Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn e.
Beşdaran gotin:
“Divê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca hemû gelên cîhanê be.”
Herî dawî meşvanan banga beşdarbûna meşa mezin ya ku di 15’ê Sibatê de, li Strasbourgê pêk were, kirin.



