Wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar diyar kir ku ew tevgera Tirkiyê li Sûriyê dişopînin.
Li gor wî, ew bitirsin Tirkiye tevgereke islamîst li Sûriyê ava bike.
Wezîrê karê derver yê Îsraîlê Gideon Sa’ar di civînekê de ji rojnamevanan li ser tevgera Tirkiyê di nava xaka Sûriyê de got:
“Girîng e çavdêriya tevgerên Tirkiyê yên ku dixwaze li herêmê pêşengiya Îslama Sunî bike were kirin”
Artêşa Îsraîlê ket bajrokê Mi’eleq yê Quneytirayê
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwanekî Îsraîlê ku ji 30 erebeyên zirxî pêk tê derbasî bajarokê El-Mi’eleqa yê li parêzgeha Quneytirayê bûn.
Paşê hêzên Îsraîlê di malên welatiyan de lêgerîn kirin.



