Şêniyên bajarê Hesekê karwana gelê kantona Cizîrê ya ku 31ˋê Çileyê çûbûn Bendava Tişrînê û îro vegeriyan, pêşwazî kir.
Bi sedan xelkê bajarên Qamişlo, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê di 31’ê Çileyê de, ji bo tev li çalakiya parastina Bendava Tişrînê bibin, ber bi bendavê ve bi rê ketibûn.
Piştî 4 rojan ji çalakiya li ser bendavê û dewrgirtina çalakiya parastinê ya li ser bendavê ji hêla xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve, karwana gelê Cizîrê vegeriya û bi coşeke mezin li Hesekê hat pêşwazîkirin.
Di pêşwaziyê de şêniyan alên QSD, YPG û YPJ’ê hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanan berz kirin.
Ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana li ser Bendava Tişrînê didomîne.



