Reutersê agahî derbarê civîna El-Colanî û Erdogan de belav kirin.
Ereb News dibêje ku 4 çavkaniyên mezin jê re ragihandiye ku wê peymana di navbera Colanî û Erdogan de, destûr bide Tirkiyê ku baregehên esîmanî di navenda Sûriyê de ava bike.
Heman ajans dibêje ku wê Tirkiyê qada esîmanî bi kar bîne û dê Tirkiyê Artêşa nû ya Sûriyê perwerde bike.
Reutersê eşkere kir ku dê di navbera Serokê HTŞ’ê Ebû Mihemed El-Colanî û Erdogan de, peymaneke parastina hevbeş were îmzekirin.
Li gor wê, dê Tirkiyê 2 baregehên esîmanî li çolistana Sûriyê ava bike û ji bo hedefên leşkerî bi kar bîne.
Di heman demê de, dê Enqere Artêşa nû ya Sûriyê perwerde bike.


