Sendikaya Parêzerên Kurdistanê piştgiriya xwe ji mamostayên ketine greva birçîbûnê re nîşan da û dan zanîn ku hemû daxwazên çalakgeran rewa û yasayî ne.
Îro êvarê li ber konê çalakiyê yê mamosta û karmendên li Silêmaniyê ketine greva birçîbûnê, Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştgiriyê didin çalakî û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê.
Her wiha hate gotin ku hemû daxwazên çalakgeran rewa û yasayî ne.
Mamosta û karmendên nerazî yên Silêmaniyê ji ber sedema derengxistin an jî nedayîne mûçeyan ev 12 rojin li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya Silêmaniyê dest bi greva birçîbûnê kirine.



