Biryarên darvekirinê yên daraza Îranê yên derbarê aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de li paytexta Swîsre Bernê hate şermezarkirin.
Çalakî li ser banga Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bang li dewleta Îranê hate kirin ku biryarên darvekirinê yên hatine dayîn betal bike û banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
Di axaftinan de hate bibîrxistin ku bi sûcdarkirina “serhildanê” cezayê darvekirinê li ser aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatine birîn.
Her wekî hat diyarkirin ku Werîşe Mûradî berê li Sûriyeyê xebat meşandiye û di sala 2014’an de li pevçûnên di Kobanê de birîndar bûye û wiha hate gotin:
“Saziyên navneteweyî ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de ye daxwaz kiriye ku cezayê darvekirinê yên hatine dayîn bên betalkirin.
Em bang li daraza Îranê dikin ku daxwazên rêxistinên mafên mirovan bi cih bîne.”



