Çalakiya rûniştinê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Netewyên Yekbûyî yali Swîsreyê ku ji 25’ê Çileya 2021’an tê li darxistin, bi israr dewam dike.
Di çalakiya vê hefteyê de, şehîd Viyan Soran ango “Leyla Walî Huseyîn” hate bibîranîn.
Her wekî hedefgitina endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Dîlawer Erebo û Endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şermezar kirin.
Têkildarî çalakiyê endamê komîteya çalakiyê Veysel Kuşkanadi axivî û got:
“Ji bo aramî û aştiyek mayînde li Rojhilata Navîn, divê hemû Kurd li Rêber Apo û felsefeya wî xwedî derkevin”
Kuşkanadi bang li Kurdistaniyên li seranserî Ewropayê kir ku bi tevlîbûneke girseyî beşdarî meşa wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin kir.



