Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmud Meşhedanî civiyan.
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku duh bi şev Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmud Meşhedanî civiyan.
Hate diyarkirin ku her du alî di hevdîtinê de li ser yekxistina karê desteyên cîbicîkar û yasadanînê gotûbêj kirine.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Sudanî kêfxweşiya xwe ya ji bo pejirandina guhertina Yasaya Bûdceyê ji aliyê Parlamentoyê ve nîşan da.
Hêjayî gotinêye ku di 4’ê Sibatê de Dadgeha Federal ya Iraqê di rûniştina Parlamentoya Iraqê de, derbasbûna guhertinên li ser Yasaya Rewşa Kesî, Yasaya Vegerandina Milkan û Yasaya Efûya Giştî rawestand.
Ev biryar bû sedema bertekên cidî yên aliyên Sunnî.
Hevdîtina Sudanî û Meşhedanî jî piştî vê biryara Dadgehê hate lidarxistin.



