Duh êvarê li nêzî bajarê Parma ê li bakurê Îtalyayê helîkopterek ket. Di encamê de 3 kes mirin.
Heta niha sedemên ketina helîkopterê nehatin diyarkirin, lê hate zanîn ku dema helîkopter ketiye mij li herêmê rabibû.
Li gorî nûçeya ajansa ANSA û rojnameya La Stampa, yek ji qurbaniyên ketina helîkopterê Lorenzo Ruffagnati ye ku bi birayê xwe Ferruccio re şîrketê bi rê ve dibe.
Di Şîrketa Rovagnieti de ji gelek welatên cîhanê wekî Belçîka, Fransa, Almanya û DYA’yê zêdetirî hezar kes kar dikin.



