Li Helebê di merasîma 4 cangoriyan de soza domandina berxwedanê û şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
Ji bo şervanên QSD’ê Telal Bilbul (Wehîd Sefer), Canfeda Efrîn (Mihemed Elî), şervanê QSD’ê Pilind Efrîn (Îsam Îsa) yên ku dawiya sala par li Şehbayê di berxwedana li hemberî êrişên çeteyên wê de şehîd bûne û şehîdê sivîl Kawa Şêxo merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqûsdê ve li Qada Şehîdan a beşa rojhilatê taxê hat lidarxistin. Şênî, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Asayîşê beşdar bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir.
Piştre hevserokê Mala Êzidiyan Menan Cafer axivî. Cafer di axaftina xwe de bal kişand ser fedakariyên ku şehîdan ji bo gelê xwe kirine û soza domandina rêya şehîdan da.
Berpirsa Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Zeyneb Qenber jî di axaftina xwe de jî got: “Gelê Efrînê ji Efrînê heya Bendava Tişrînê bi lehengî li ber xwe da û ji bo doza xwe canê xwe feda kirin.
Em di pêvajoyekê de ku dê çarenûsa me diyar bike, ji bo vê yekê jî ji me tê xwestin ku em bi vebijêrka bexwedanê ve girêdayî bin û li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.”



