MSDˋê û Koordînasyona hêzên siyasî û civakî li Hesekê civiyan. Di civînê de gelek dosyayên girêdayî rewşa herêmê û Sûriyeyê giştî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hwd hatin nîşqaşkirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk û koordînasyona hêzên siyasî û civakî li bajarê Hesekê li navenda meclisa bajêr civiyan, pêşdeçûnên li Sûriyeyê û bandorên wê li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kirin.
Di civînê de hevserokê MSDˋê Mehmûd El Mislit, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yê MSDˋê Hesen Mihemed Elî, nûnerên partî û hêzên siyasî li bajarê Hesekê beşdar bûn.
El Mislit diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina pêkhateyan cihê herî ewle ye û bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên gelê Sûriyeyê.
El Mislit wiha domand: “Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û dema em bi Şamê re dan û standinê dike, em wek Sûriyeyî ji bo yekitiya gel û xakê nîqaş dikin.”
Beşdaran girîngî da yekitiya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sekna li hemberî astengiyn hundirîn û derve yên li dijî welat. Beşdaran got çi çareseriyeke siyasî hebe, divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de bihewîne, tu alî neyê paşguhkirin û hegemoniya leşkerî tune be.
Koordînasyona hêzên siyasî û civakî li Hesekê di dawiyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dozên li Sûriyeyê û herêmê, kontrolkirina Şamê ji hêla Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve, erkdarkirina Ebû Mihemed El Colanî ji bo desthilata Şamê, rewakirina desthilata leşkerî û dûrxistina hêzên sivîl û siyasî hatin nîqaşkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bi giştî û Bendava Tişrînê bi taybet hatin şermezarkirin.
Ji bo pêkanîna siberojeke aram ji Sûriyeyê re hin xal di daxuyaniyê de hatin destnîşankirin û wiha ne:
Destekdayîna însiyatîfa Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re ku çareseriyeke siyasî ji bo tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê were dîtin.
Rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , qedexekirina avakirina baregehên xwe yên li leşkerî li ser xaka Sûriyeyê.
Ji bo parastina sivîlan civata navneteweyî destwerdanê bike.
Binpêkirinên komên çedkar, werin sekinandin, nexasim kesên destên wan di qetilkirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef de hene û pêşkêşî edaletê werin kirin.
Bi rêya avakirina kongreya nîştimanî ya giştî, tevahî hêzên siyasî û civakî di xêzkirina siberoja Sûriyeya nû de beşdar bibin.
Bi pratîkî li kêlek QSDˋê were sekinandin, ji ber ku QSDˋê hêza yekane ye ku tevahî pêkhateyên herêmê ji gefên derve û hundirîn diparêze.
Xebat li ser garantiya vegera koçberan li herêmên xwe were kirin û li herêmên koçberî çêbûye îstîqrar vegere.



