Meşa Dirêj a di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî û Ji pirisgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin di roja17’an de didome.
Meşvanên Meşa Dirêj di roja xwe ya 17’an de, bi Kurdistanî û dostên wan re Xeleka Azadiyê avakirin, danezan belav kirin û bi coşek mezin çalakiya xwe berdewam kirin.
Her wiha beşdaran di çalakiya xwe de daxuyaniyek dan û gotin:
“Em ê di qonaxa yekemîn de pêngava tecrîdê bişkînin,
qonaxa duyemîn de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe dabîn bikin, me li vir ji bo Rêbertiya xwe xeleka azadiyê ava kir.
Em bawer dikin ku wê di demeke nêz de Rêbertiya me bi awayekî fîzîkî azad bibe.”
Çalakvanan di dawiyê de banga tevlîbûna çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê kirin.



