Li Humis û Derayê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin ku şopên êşkence û gulebaranê li ser laşê wan hebûn.
Şêniyên taxa Zehra ya bajarê Humisê cenazeyê ciwanekî dît.
Li gor agahiyan, ciwanê kuştî, berî 3 rojan winda bûbû.
Hate zanîn ku şopên êşkence û guleyan li ser benda wî hebûn.
Li bakurê Derayê jî cenazeyê kesekî li nêzî bîra El Necîh hat dîtin.
Hate diyarkirin ku cenaze ya kesekî ji gundê Qerfa ye
Hat zanîn ku ew kes bi guleyan hatiye kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje ku ji destpêka îsal ve, li herêmên cuda yên Sûriyê 126 kiryarên kuştinê çêbûne, di encamê de 251 kes ji wan 6 jin û 1 zarok, bûne qurbanî.



