Çalakvanên bajarê Efrînê dan zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagieker û malbatên wan ji ber metirsîna tevlîbûna wan di nav şerê dewleta Tirk li hember QSD’ê û bi taybet li Bendava Tişrînê, ji Efrînê reviyan.
Çalakvanan diyarkirin ku hejmara malbatê çeteyan li gundewarê Efrînê wiha ne.
Li gundê Bêxçe 82 malbat hebûn lê niha malbatek tenê lê maye.
Li gundê Heyûm 42 malbat hebûn lê niha 8 malbat lê mane.
Li gundê Elbîskê hemû malbat reviyan.
Li gundê Edemê jî bargehê çeta vala bûn tenê malbatê wan man, ew jî xwe amade dikin ji bo jê derkevin.
Li gundê Germokê jî 100 malbat hebûn û piraniya wan ên koma “El Hemzat’ in, 2 malbat tenê mane.
Her wiha li bajarokê Meydana jî rêjeya malbatên çeteyan ên ku ji bajarok derketine ji sedî 90 e.
Malbatên din jî amadekariyên derketinê dikin.
Çalakvanan destnîşan kirin ku beriya çete û malbatên wan birevin mal û milkê xelkê talan kirin û şewitandin.
Li gorî agahiyên dawî di 7 salên dagirkirinê de, 18 mêtingeh û 5 kamp ji bo bicihkirna nêzî 648 hezar malbatên çeteyan hatin avakirin.
Berî dagirkirina Efrînê rêjiya Kurdan ji sedî 95 bûn lê niha ji sedî 20’in.



