Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û çekên giran gundên El-Hurriya-Zenobiya-Laqelqo-El-Erîda-Kûr Hesen a ku dikeve rojavayê bajarê gerêspî tobaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Koberlîk ku dikeve rojavayê grêspî bilalafirên şer, gundê Îbrahîm Kurdo jî bi çekên giran topbaran û bombebaran kir.
Heman wextê artêşa dagirker û çeteyên wê bi top û çekên giran gundên El-Xalidiya û El- El-Mûellaq-Sîda-Kampa Eyn Îsa û rêya M4 a ku dikeve rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran tobaran kir.
Di heman demê de êriş li ser gundê El-fatsaa – sigêro a ku dikevin rojhilatê bajarê Eyn Îsayê çê bû
Dewleta tirk a dagirker bi obîsan gundê gozeliyê , û deboyên genim yên li gundê Um El- kêf li rojavayî Til temir topbaran kir.
Dîsa artêş dagirker gundê El-Terawîza – El-Şerkê – Umm El-Berameîl – El-Hêwîce a ku dikevin gundewarên başûrê Sulukê topbaran kir.
Beriya wê jî artêşa dagirker gundê Aşmê û gûndê Toraman ê Kobanê topabaran kir
Di encam de zirarên maddî çêbûn.



