Piştî ku mîtînga li Amedê ya ‘Ji bo aştiyê azadî’ bidawî bû polîsên Tirkiyê êrişî gel kir.
4 kes hatin binçavkirin 5 kes birînda bûn.
Piştî mîtîngê ciwanek bi hinceta “li hemberî polîsan li ber xwe daye” li erdê hate xişikandin û piştre hate binçavkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û ciwanan xwest destwerdanê bikin, lê polîsan êrişî wan jî kir û 5 kes birîndar bûn.
Di êrişa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku yek ji kesên binçavkirî, 15 salî ye.
Her wiha xûşka rojnamevan Nazim Daştan, Gulistan Daştan jî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Hinceta binçavkirinê jî, hilgirtina wêneyê Nazim Daştan bû.
Ji bilî vê nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin li ser karê xwer rastî tundiya polîsan hat.



