Di navbera hêzên girêdayî Desthilata Şamê û êlên erebe yên li ser sînorê Sûrî û Lubnan şerekî giran derket.
Li gorî dîmenên ku hatine parvekirin çend endamên hêzên girêdayî desthilata Şamê hatin girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raighand ku li herêma Akom a sînorî li parêzgega Himsê şer derket.
Di şer de her du aliyan çekên giran û navîn bi kar anîn.
Hêzên girêdayî desthilata Şamê bi topan gundên sînorî yên li aliyê Lubannê topbaran kirin.
Li gorî dîmenên ku hatine parvekirin çend endamên hêzên Şamê ji aliyê çekdarên êlên Ereb ve hatine girtin.
Di vê dîmenê de xuya dibe ku çekdarên êlên ereb balafirek bêmirov a bi çek anîne xwarê.



