Hevserokê DBP’ê Keskin Bayindir ragihand Ku niha ne dema gotinê, dema diyarkirina nexşerêya çareseriya pirsgirêka kurd e.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir li bajarê Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re civiya.
Keskîn di civînê da zanîn ku Rojhilata Navîn di pêvajoya dîzaynkirineke nû de ye û di navenda dîzaynkirinê de Kurd hene û got:
Tekoşîna kurd û dostên wan di vê qonaxê de girîng e.
Divê her kes ji bo çareseriyek şênber gavan biavêje.
Êdî ne dema axaftinê ye, dem dema eşkerekirina nexwşerê û nîşandana îradeyê ye.
Rêber APO bi rêya şandeyê nêrîna xwe pir bi zelalî anî ziman.
Divê desthilat vê yekê neke qurbanê berjewendiyên xwe. Divê desthilat giranî û helwesta xwe ya zelal nîşan bide.



