Ragihandina Azad ya Şingalê li ser Têkoşîn û şehadeta Rojnemevan Azîz Koyluoglu daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Piştî şehadeta hevrêyê me Mirad Mîrza, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, şehadeta hevrê Azîz jî bêguman ji bo me gelekî bi êş û girane, lê di heman demê de hêza bilindkirina şerê azadî û heqîqetê ye.
Hevrê Azîz weke yek ji derwêşên heqîqetê 30 salên xwe bi ked, fedekarî, bawerî, îdia û têkoşîneke bê sînor jiyan kir.
Wî li çiyayên Kurdistanê bedewiya şerê azadî û heqîqetê jî dît, ferman-talan û hovitiya li ser welatê xwe jî.
Loma zimanê wî, pênûsa wî, fikrê wî xurt û zelal bû.
Bi şehadeta Hevrê Azîz re me careke din dît ku barekî çawa li ser pişta Ragihandina Azade.
Weke Ragihandina Azad a Şengalê em jî soz didin ku bibin şagirtên baş yên şehîdên Ragihandina Azad.
Emê ji Şengalê heya Tişrînê, ji Ranyayê heya Zapê li pey heqîqetê, li pey azadiyê û li pey şopên şehîdên Ragihandina Azad bin.”



