Zêdetirî 2 mehan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,êrişan pêk tîne .
Bi taybet li gundewarên Minbicê û derdora bendava Tişrînê.
Di encama êrişên van du mehan dewleta tirk 82 sivîl kuştin .
Di 7’ê Kanûnê de artêşa Tirk bi dijwarî êrişî bajarê Minbicê kir.
Çeteyên wê gihaştin herêma bendava Tişrînê ya 30 km li başûrê Minbicê û pira Qereqozaqê ya 30 k.m li başûrê Kobanê.
Li wan deveran şervanên Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke lehengî dikin.
Di vê nûçeyê de der barê komkujiyên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê de em ê hinek belgeyan berhev bikin .
Ji Meha Kanûnê destpêbikin ku 2 komkujî di 8 û 10 mehê de hatin kirin .
Li vir di 2 êrişên balafirên bêmirov ên li dijî malên welatiyên li gundên Musterîha û Sefyan de 20 welatî şehîd bûn.
Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8’ê Kanûnê de 3 endamên wê li Minbicê bi destê çeteyên dewleta Tirk şehîd bûne.
Di 11’ê Kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke hate qetilkirin.
Di heman rojê de ambulanseke Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin.
Di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû, şehîd bûn.
Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Cadê de 2 zarok hatin qetilkirin.
Di topbaraneke din de jî ku di 12’ê Kanûnê de pêk hat, dayikek û zarokek hatin qetilkirin.
Di 13’ê Kanûnê de çeteyan xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê qetil kir.
Di meha Çileyê de jî bi tu awayî êrişên dagirkeriyê ranewestiyan .
Di 8ˋê Çileyê de dema karwana gel berê xwe dida bendava Tişrînê dewleta Tirk karwan hedef girt û komkujiyek pêk anî.
Di encamê d 5 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk 10ˋê Çileyê li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê maleke welatiyan bombebaran kir.
4 welatî şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.
Di 12ˋê Çileyê de di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li çiyayê Kezwanan welatiyek şehîd bû.
Dewleta Tirk di 27ˋê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê bajarê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî.
Di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes şehîd bûn.
Piştî vê bi rojekê dewleta Tirk bajarê Sirînê sûka gel bombebaran kir, di encamê de piranî zarok 13 kes şehîd bûn.
Di heman rojê de li Ziragnê jî 3 welatî şehîd bûn û 9 kes birîndar bûn.
Duh êvarî jî, dewleta Tirk gundê Xatûniyê yê kantona Tebqayê bi çekên giran topbaran kir.
Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Murad şehîd bû.
Di encama êriş û bombebarana dewleta Tirk , nava 2 mehên dawîn de 82 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.



