Di hilbijartinên pêşwext ên 27’ê Sibatê li eyaleta Ontario ya Kanadayê de akademîsyen û aktîvîsta Kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NDP) bû namzeta parlamenteriyê.
Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê doktora kiriye û di heman demê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ye, karên xwe yên ji bo hilbijartinê bi berfirehî dimeşîne.
Elîf Genç anî ziman ku li herêmê ji 50 heta 60 hezar Kurd hene û got:
Ez dixwazim bibim dengê Kurdan û di heman demê de tevkariyê li têkoşîna demokrasî û kedê ya li Kanadayê bike.
Elîf Genç diyar kir ku ew bûyerên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm û zextê qebûl nake û wiha anî ziman:
Em dixwazin ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe.
Heta ku mafên me Kurdan bi rastî neyên qebûlkirin, aştî pêk nayê.
Eger hikumet daxwaza aştiyê dike divê gavên şênber biavêje.
Elîf Genç di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên komeleyên Kurdan bû û têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir.



