Koçberê ji Efrînê Rifet Osman ê (67) tevî ku zehmetiyên wî yên meşê hene, lê bi çalakgeran re parastina Bendava Tişrînê dike.
Rifet Osman got: “Ji bo parastina ax û bendavê ji êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê ez li vir im.”
Ji ber qezayekê Rifet Osman di lingê xwe de seqet bûye û di meşê de astengiyan dikişîne.
Ruxmî van zehmetiyan jî Rifet osman diyar dike ku ew bi vîneke mezin çûye bendavê û got:
“Di çalakiyên parastina bendavê de tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin.
Em li vir biratiya gelan û neteweya demokratîk temsîl dikin.”



