Rêvebera JINNEWS’ê Oznur Deger a beriya du rojan hate girtin, di nameya ku şandiye de bal kişand ser berxwedana xwe berdewam bike û got, “Ez ê ji vir hemû nirxên ku tê xwestin bên cezakirin biqîrin.
Di berdewamiya axaftina xwe de got, “Dawiya tunela îşkenceyê ronahiya azadiyê ye.”.
Rêvebera JINNEWS’ê Oznûr Deger a di 7’ê Sibatê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di bin îşkenceyê de hat binçavkirin û heman rojê hat girtin.
Oznûr Deger Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê ku lê tê ragirtin name şand.
Oznur Deger ragihand ku li her derê cihanê şehîdkirina Rojnamevan Nazîm Daşdan û Cîhan bilgîn hatin şermezar kirin û got:
Li dijî vê komkujiyê bi sedhezaran kes daketin qadan û dengê xwe bilind kirin.
Tirkiye careke din li ber vê berxwedanê bêçare ma.
“Şik û gumana min tune ku wijdan û îradeya gel wê van peyaman serûbin bike”
Oznur Deger daxuyakirin ewê tu caran serî li ber êşkence û zolmê ne tewîne û wiha dibêje:
Ev dîmen hemû ji bêhiqûqî û tirsa dengê jinan û heqîqetê pê ve ne tiştekî din e.
Bi rastî jî bi girtina min re sê peyam dihatin xwestin.
Ya yekem peyama ji bo jinan, ya duyemîn jî peyama hiqûqê bû û ya sêyemîn jî ji hemû civakê re, ‘Eger hûn reflekseke exlaqî û siyasî bidin, wê dawiya we be’ bû.
Li cihê ku bêdengiya li hemberî zilmê serdest be, rizîna civakî û wijdanî dest pê dike.
Şik û gumana min tune ku wijdan û îradeya gel wê van peyaman serûbin bike.
Oznur Deger: Dawiya tunela êşkencê ronahiya azadiyê ye
Divê wijdanê raya giştî li dijî rizandina hemû pîvanên exlaqî tevbigere. Bi girtina min re hewl didin exlaq û wijdanê civakê ceza bikin.
Ji bo vê jî divê hemû civak exlaq û wijdanê xwe biparêze.
Bêyî ku serî li hemû îşkence, lîstika sehneyê û ferzkirinê bidim, li hucreya ku niha ji şert û mercên mirovahiyê dûr e, berxwedana xwe didomînim.
Ez ê ji vir hemû nirxên ku tên cezakirin biqîrin. Di dawiya tunela îşkenceyê de ronahiya azadiyê ye.



