SOHRˋê diyar kir ku çekdarên nenas li herêmên cuda yên Sûriyeyê 7 kes kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî bi daxuyaniyekê bilançoya rewşa dawî li Sûriyê parvekir.
Çavdêriya ragihand ku çekdarên nenas li herêmên cuda yên Sûriyê 7 kes kuştin.
Li Humsê, 3 kes dema ji xwaringehekê vedigerîn,2 kes ji wan birayê hev in tên revandin, lê piştî demekê cenazeyên wan tê dîtin.
Li Laziqiyê û Ceblayê jî cenazeya welatiyekî 80 salî û ciwanekî 30 salî hat dîtin.
Her wiha 2 birayên ji pêkhateyên Şî’a, dema ji Humsê tên revandin, piştî demekî cenazeyên wan tê dîtin.


