Li Almanya 115 kesan ji bo azadiya Rêber Apo ji Konseya Ewropayê re nameyeke hevpar şand.
Li Almanyayê 115 kesên ku ji akademîsyen, nivîskar, resam û hiqiqnasan pêk tên, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullha Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji Konseya Ewropayê re nameyeke hevpar şandin.
Di nameyê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran ên têkildarî bikaranîna mafê hêviyê hatin bibîrxistin.
Her wiha hate diyarkirin ku ji bo ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze divê azadiya wî were dabînkirin û ev yek hate gotin:
“Têkildarî berdana Birêz Ocalan divê êdî Komîteya Wezîran gavên şênber, dîplomatîk û siyasî biavêje.”



