MSDˋê ji bo wefata siyasetmedarê Sûrî Selman Şebîb peyameke sersaxiyê da.
MSD’ê sersaxî da malbata Selman Şebîb yê ku ji bo parastina dozên neteweyî kedeke mezin dabû.
Di peyama MSD’ê de hat gotin ku:
Şebîb di wê baweriyê de bû ku diyalog û danûstandina di navbera Sûriyan de rêbaza yekane ya xelasiya welat ji krîzên kûr e.”
Her wiha di peyamê de hat diyarkirin ku Şebîb ji bo xurtkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyê xebitî û bawriya wî bi lihevkirina di navbera hemû aliyan de hebû ku Sûriyê ber bi pêşerojeke demokratîk ve bibin.



