Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û ji bo azadiya Rêber Apo wê 15`ê Sibatê li bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê mitîngên navendî werin lidarxistin.
Ji bo van mitîngan banga tevlîbûnê hate kirin.
Bi minasebeta salvegera 26’emîn a komploya navneteweyî ku 15’ê Sibatê, wê li Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê mitîngên şermezarkirinê bên lidarxistin.
Mitîng ji aliyê înîsiyatîfa gel ên van bajaran ve tên rexistinkirin û hersê jî roja 15’ê Sibatê (2025) bên lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku înîsiyatîfên gel ên bajaran dane ANHA’yê, di mitîngan de ji bilî şermezarkirina komployê, wê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî were kirin.
Ji bo mitîngan li bajarok û gundên Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo jî, amadekariyan destpê kiriye.
Di vê çarçoveyê de li bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Dêrik û gundewarên wan civînên gel tên çêkirin û banga tevlîbûnê tê kirin.
Her wiha bi riya komînan agahdarî tên kirin.
Li gorî agahiyên înîsiyatîfan bernameya mitîngan wiha ye:
1-QAMIŞLO
- Dîrok: 15 Sibat
- Cîh: Li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê
- Saet: 12.00
- Bajarên ku dê tevlî bibin: Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîs
2-GIRKÊ LEGÊ
- Dîrok: 15 Sibat
- Cîh: Qada Şehîd Xebat
- Saet: 12.00
- Bajarên ku dê tevlî bibin: Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer
3-DÊRIK
- Dîrok: 15 Sibat
- Cîh: Pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyeyê
- Saet: 12.00
- Bajarên ku dê tevlî bibin: Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê
Înîsiyatîfên gel diyar kirin ku ew di plan dikin bi deh hezaran kes tevlî mitîngan bibin û bang li hemû kesî kirin ku roja 15’yê Sibatê li qadên mitîngê bin.
Di çarçoveya amadekariyên mitîngan de wê ji îro (11 Sibat) de li hemû bajaran bi seyareyên anonsê (vexwendinê) li kolanan bigerin û banga tevlîbûnê li welatiyan were kirin.



