Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim diyar kir ku armanca wan azadiya Rêber Apo û pêkanîna statuya Kurdistanê ye û got:
“Dibe ku em negihîştine serketinê, lê belê em li ser rêya serketinê dimeşin.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim komploya navneteweyî, tecrîda 26 salan û rastiya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.
Ayten Dersim diyar kir ku Rêber Apo beriya niha bi salan diyar kir ku komplo negihîştiye armanca xwe û got:
“Armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêberê me û statuya Kurdistanê ye.
Rêbertî ne tenê da pey azadiyê, di heman demê de her tim ava kir.
Rêbertî dema ku dîroka mirovahiyê lêkolîn kir, dît mirovahî ji azadiyê bêpar hatiye hiştin.”
Ayten Dersim: Fêhmkirina rastiya rêbertî tê wateya hînbûna dîroka gelên cîhanê, dîroka jin û gelê Kurd
Ayten Dersim anî ziman ku fêhmkirina rastiya Rêbertî tê wateya hînbûna dîroka gelên cîhanê, dîroka jin û gelê Kurd û wiha domand:
“Rêbertî di parêznameyên xwe de dibêje ‘Ez tiştên neşênber nabêjim. Formuleke şênber û dikare bê pêkanîn pêşniyar dikim. Navê vê jî sîstema konfederal a demokratîk e’.
Hevrê, dost û gelên enternasyonal dibêjin, ‘Em di azadiya Rêbertî de azadiya xwe dibînin.
Di nava sîstema konfederal a demokratîk a Rêbertî de em xwe dibînin. Di nava wê de înkar nîne.’
Rêbertî nêzîkatiyên şaş ên li hemberî xwe timî rexne kir û hîn jî rexne dike.
Got, ‘Hûn wezîfe û berpirsyariyên xwe ji min re dihêlin. Ez jî mirov im’.”
Ayten Dersim: Em tevgerek in ku li ser rêya serketinê dimeşin
Ayten Dersim destnîşan kir ku paradîgmaya Rêbertî, sîstema demokratîk, xeta azadiya jinê û civaka ekolojîk îfade dike û wiha dawî kir:
“Divê ev yek ji aliyê fikrî, pênase û zanistî ve bêne fêhmkirin û bicihanîn.
Divê em komplogerên 15’ê Sibatê, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin, jiyana azad biafirînin û ber bi armanca civaka azad ve bimeşin.
Heta ku gelekî li vê erdnîgariyê azad nebe, nepêkane ku gelên din azad bibin.
Heta ku azadiya Rêberê me pêk were, heta ku statuay Kurd ava bibe ev têkoşîna me, wê bi ast, rê û rêbazên cuda dewam bike.”



