Rojnamevan Nezahat Dogan ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo serî li Wezareta Edaletê da, diyar kir ku ji bo bersivê ji pirsa ‘Çi diqewime’ peyda bike, dixwaze biçe Îmraliyê.
Rêber Apo ku li navenda nîqaşên diyalog û çareseriya pirsgirêka kurd e, hîn jî tecrîdkirî ye.
Di vê çarçoveyê de rojnamevan Nezahat Dogan û Dîcle Muftuoglû ji bo biçin Îmraliyê, rojnamevan Dîren Yûrtsever jî bi rêya Îmêl ji bo karibin xwe bigihînin Rêber Apo serî li Wezareta Edaletê dan.
Rojnemevan Nezahat Dogan anî ziman ku bi gotinên Devlet Bahçelî re rêber Abdullah Ocalan li meclîsê muxatab hate dîtin.
Ev rewş di çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî de dikare bibe xaleke girîng.
Nêzîkatiya rayedaran ji bo serlêdana me erênî bû û ev yek me matmayî hişt.
Nezahat Dogan: Ji bo serlêdana li Îmraliyê mekanîzmayeke taybet hatiye avakirin
Nezahat Dogan diyar kir ku rayedarên wezaretê ji bo serlêdanê nûmareyeke şopandinê dane wan û dibêje:
Hîn bersivek ji me re nehatiye dain û serlêdan wê di nava mekanîzmayeke biryardanê de bê nirxandin.
Eger zemîn hebe wê gelek rojnamevan bixwazin biçin Îmraliyê û hevpeyvînê bikin.



