Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de 18 gund û gir kirin hedef. Şervanên QSD’ê bi rêzeçalakiyan bersiva êrişan dan.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên û çalakiyan bersivdayînê yên şervanan weşand.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ev agahî parve kirin:
’’Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva yekşem/ duşem derdora Bendava Tişrînê bi obîsên giran û tankan topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.
Şervanên me li eniya Qereqozaqê rêzeçalakî li dar xist; çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê yên li girê Qereqozaqê û gundê Hoşeriyê hatin kirin. Di encama çalakiyan de 7 çete birîndar bûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna û Xeseqê bombebaran kirin. Di encamê de zerarên madî li milkên sivîlan bûn.
Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Senai, girên Sêvê û Qereqozaqê û bajarê Sirînê bi awayekî ketober bi obîsên giran, tank, roketavêj û hawanan hatin topbarankirin.
Deverên navborî bi 110 topan hatin hedefkirin û di encamê de zerar li mal û milkên şêniyan bûn.
Artêşa Tirk a dagirker duh (Duşem) saet 15.49’an ji baregeha xwe ya li gundê Hoşeriyê jî, gundên Şexler (Şiyûx) bi obîsên giran da ber topan.
Her wiha girê Meydana û gundê Torman, devera navbera gundên Qine û Pilingê ên li rojavayê Kobanê bi dijwarî hatin topbarankirin.
Di encama êrişên berber de zerar li milkên şêniyan bûn. Di heman demê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digeriyan.
Li eniya Dêr Hafirê jî, dewleta Tirka dagiker û çeteyên wê bi 3 dronên xwekujî û bi obîsan gundê Îmamê bombebaran û topbaran kirin.
Di encamê de zerar li mal û milkên sivîlan bûn. Şervanên me bersiva jêdera êrişê da û windahiyên çeteyan çêbûn.
Saet di 15.00’an de jî çeteyan li gundê Kopirlik ê Eyn Îsayê droneke xwekujî teqandin, di encamê de ziyan gihiştin mal û milkên sivîlan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kopirlik û Hewalikê bi obîsan giran kirin hedef, ji ber topbaranê zerar li milkên şêniyan bûn. Di tevahiya rojê de balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.”



