Şandeyek ji jinên rewşenbîr û siyasetmedar ji welatê Îtalya, bi fermandarên YPJ’ê re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de rola jinan ya di avakirina Sûriya nû de hate nîqaşkirin.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn pirsên şandeyê bi berfirehî bersvand di nirxandina xwe de jî diyar kir ku cihê ku civak perçe bibe, azadî nebe, li wir pêwîstiya yekemîn bi parastinê heye.
Rohilat Efrîn êrîşên bi hedefa tunekirina pergala bakur-rojhilatê Sûriyê, wek êrîşên li ser şoreşa jinê û nirxên mirovahiyê nirxand û diyar kir ku di kesayeta jinê de pergala netewa-demokratîk tê hedef girtin û wiha got:
“Berxwedaniya ku bi pêşengtiya YPJ bi taybet li bendava Tişrîn, pira Qereqozaxê û Dêr Hefir tê meşandin efsaneyeke dîrokî ye.”
Her wiha Rohilat Efrîn girîngiya rêxistinkirina pergala parastinê jî nirxand û got:
“Em amade ne li kuderê jinek hebe, ji bo pêşxistina jinan xebatên rêxistinkirinê bidin meşandin.”



