Parêzer Cibraîl Mustafa destnîşa kir ku siyaseta tinekirina gelê Kurd a dewleta Tirk têk çûye.
Her wiha anî ziman ku divê tecrîd rabe û Rêber Apo azad bibe.
Parêzer û endamê Însîyatîfa Parêzerên Sûriyê Cibraîl Mustafa diyar kir ku Rêber Apo 26 sal in di bin tecrîdê de ye û got:
“Rêber Apo ji mafên xwe yên mirovî û hiqûqî bê par maye.
Ev kiryar û pêkanînên li ser Rêber Apo tên ferzkirin, qanûnên navneteweyî jî binpê dike.
Di destûr û hiqûqa Tirkiyê de jî cihê van pêkanînan nîne.
Mustafa da zanîn ku dewleta Tirk her tim bi gotinên mîna ‘Ez ê Kurdan tine bikim’ tevgeriye û wiha anî ziman:
Eger îro dewleta Tirk hewl dide rêyek ji bo aştiyê veke, ev yek di encama berxwedana Rêber Apo de pêk hatiye.
Divê hemû Civaka Sivîl di vê pêvajoya aştiyê de amade be û xwe bispêre bingehên destûrî.
Mifteya çareseriyê û pêkanîna aştiyê Rêber Abdullah Ocalan e.



