Piştî daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo, Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî û Serokkomarê Tayyip Erdogan cara yekemîn daxuyaniyên xwe dan.
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal got:
“Em çi bextewer in, em li ber pêvajoyeke pîroz in.
Di vê pêvajoyê de wê cudaxwaziyên saxte, lihevnekirinên sûnî, beredanîn û şaş fêmkirin wê ji jiyana me ya neteweyî bi temamî bên qutkirin û avêtin.”
Tayyip Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxekî din bû
Serokkomarê Dewleta Tirk Tayyip Erdogan jî got ev pêvajo bi însiyatîfa wêrek a Dewlet Bahçelî dest pê kir.
Erdogan diyar kir ku niha firsendek çêbûye û ew dikarin gavên baş biavêjin û got:
“Em di wê baweriyê de ne ku ev bi bêdengî, bi sebir û bi samimiyet bê meşandin. Ev ê rêbaza herî li cih be.”
Erdogan: Her cure provokasyon dikarin bên kirin
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ku di vê pêvajoyê de her cure provokasyon dikarin bên kirin û destnîşan kir ku ew ê di asta herî jor de li beramberî van baldar bin.
Dewlet Bahçelî di 22’yê Cotmeha 2024’an de li Meclîsa Tirkiyeyê di koma xwe de ji bo Rêber Apo gotibû, “Bila tecrîda li ser bê rakirin, were di Meclîsê de biaxive.”
Li ser vê yekê pêvajoyeke hevdîtinan pêş ket û herî dawî Rêber Apo “Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” pêş xist.



