12′ emîn salvegera Ajansa Hewar, li bajarê Qamişlo bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Endamên ji saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û endamên sazî û dezgehên ragihandinê beşdarî şahiyê bûn.
Beşdaran diyarkirin ku dema Şoreşa 19’ê Tîrmehe dest pêkir, pêwîstî bi saziyek ragihandinê hebû, da ku kar û xwebatên li herêmê ragihîne.
Lewma Ajansa Hewarê hate sazkirin.
Beşdaran destnîşan kirin ku ji bo ragihandin, gelek endamên kar û xebatên çapemeniyê canê xwe fedakirin û gotin:
“Ji bo eşkerekirin û pêşxistina ragihandin û çapemeniya azad, em soza şopandina rêya heqîqetê didin.”



