Pervîn Bûldan: Desthilatdarên AKP’ê di 2002’an de hatin , wê di 2020’an de biçin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê sala 2020’an ji bo gelê kurd, hemû nasname û berweriyan bibe sala aştiyê û got:
“Desthilatdarên AKP’ê di sala 2002’yan de hatin, wê di sala 2020’an de bêyî ku li paş xwe mêze bikin wê biçin.”

Hevseroka Giştî ya (HDP) Pervîn Bûldan, ku beşdarî 3’yemîn Kongra HDP’ê ya Meletiyê bû axivî û destnîşan kir ku AKP her ku diçe dengên xwe kêm dike û dema çûyîna wê nêz e û got,

“AKP niha bûye sê parçe. Bi demê re wê biçûktir bibin.

Di hilbijartina bê de AKP wê biçe. Di sala 2002’an de hatin, wê di sala 2020’î de bêyî li pişt xwe binerin wê biçin.”

Bûldan bal kişand ser dijminatiya ku desthilatdariya AKP’ê li Kurdan dike û got,

“Li Tirkiyeyê hiqûqeke dijminatiyê li dijî Kurdan heye.

Dîrok wê hêzên ku qala demokrasî, aştî û demokrasiyê dikin ji bîr neke, lê belê wê hêzên ku van ji nedîtî ve tên jî mîna rûreşiyê binivîsîne.”

Leave a Reply

Back to top button