Li bajarê Cebla yê Sûriyê û gundên nêzî peravên Derya Sipî ku Elewî lê hene, di şerê bi Hikûmeta Desthilata Şamê HTŞ’ê re herî kêm 70’ê kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê “SOHR” duh daxuyaniyek da têde ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerek giran diqewime.
Li gorî agahiyan, şer li bajarokê Ceble û gundên nêzî peravên Derya Spî qewimî ku ji dema hilweşîna rejîma Beas ve şerê herî giran e.
SOHR ku navenda wê li Îngilistanê ye li ser X’ê daxuyanî da û got:
“Di şerê navbera endamên wezareta karên hundir û parastinê û milîtanên ji artêşa rejîmê ya hate fesihkirin de 70’ê kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn û hatin girtin jî.”
Li herêma Lazqiyeyê ku weke keleha Elewiyan tê dîtin, çend roj in şer diqewime.
Li gorî ajansa nûçeyan a desthilatdariya Şamê Sanayê, Serokê berê Yê îstîxbarata hêzên hewayî ku yek ji saziyên ewlekariyê yên nêzî malbata Esad e general Îbrahîm Hûveyce hate girtin.
Li gorî îdîayan, Hûveyce ji kuştina bi sedan kesî berpirsyar e.



