Li herêma Qerejdax a Sêwerega Rihahê ne rê ne jî ava wan heye, hîn jî bi keran avê dikişînin

Li Bakûrê Kurdistanê li herêma Qerejdax a Sêwereqa Rihayê di sedsala 21’emîn de gelek gund hîn bê rê û bê avin. Hezaran gundî hem ava vexwarinê bi keran dikişînin hem jî nexweşên xwe bi keran dibin û tînin.

Li herêma Qerejdaxê li gundê Gogerçîn, Kîvan, Zinarê Kertel, Warê Zirfo, Newala Mazî, Kortdiz, Defere û Bazinê yên Sêwrega Rihayê, ji ber ku rê tuneye gundî bi keran ava vexwarinê dikişînin. Her wiha gundî zivistanê nexweşên xwe ji bi keran dibin û tînin.

Hejmara nifûsa van 10 gundan zêdetirî 5 hezarî ye û nêzî 45 hezar dewar û pezên wan hene.

Şêniyê gundê Kîvanê Zulkuf Çelîk, diyar kir ku ne rêya wan heye ne jî ava wan a vexwarinê û got: “Di dema hilbijartinê Hikûmeta Erdogan sozda me lê belê sozek jî bi cih nehatiye.

Leave a Reply

Back to top button