Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, PKK ji bo pêvajo bimeşe agirbest ragihand.
Ji bo rêveçûna pêvajoyê herkes li bendê ye ku dewleta Tirk derbarê mafê hêviyê yê Rêber APO de gavan bavê je.
Lê wezareda Edaletê ya Tirkiyê ragihand ku ew derbarê vê mijarê de gavan navêjin.
Wezîrê Edaletê yê dewleta Tirk a dagirker Yilmaz Tunç got ku ” Di Newrozê de Îmralî dikare name bişîne lê vîdeo ne mûmkûn e.Vîdeo, bi temamî ji hêla ewlehî û îstîxbarata dewletê ve hatiye kişandin
Mafê Hêviyê jî di rojevê de tune ye . Derbarê vê mijarê de ti xebatê me jî nîne.”
Hevserokê Partiya DEM’ê Tûncer Bakirhan: Mafê hêviyê heye mafek e, ji bo pêvajo bixebite divê mafê hêviyê hebe
Hevserokê Partiya DEM’ê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç ên li ser ‘mafê hêviyê’ da û wiha got:
Di vê mijarê de biryarên dadgehên navneteweyî hene. Her wiha biryara DMME’ê heye. Bi ya min ev meseleyek e ku ji Wezîrê Dadê derbastir dike ye.
Eger ev pêvajo bixebite, divê hêvî hebe ku çareserî pêk were, divê mafê hêviyê jî hebe.
DEM Partî: Ji bo hevdîtinê serlêdan hat kirin
https://hawarnews.com/kr/dem-parti-ji-bo-bi-reber-apo-re-hevditine-bike-serledan-kir
Her wiha Dem partî ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.
Dîsa Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê jî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.



