Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 6’emîn a rizgarkirina bajarê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê de diyar kir ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dijî fikra wan ku hewl da di civakê de belav bikin, hîna bi dawî nebûye û di vê çarçoveyê de xebat didomin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salveera 6’emîn a rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê de ji hêla QSD’ê û bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî ve, daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“23’ê Adarê 6`emîn salvegera rizgarkirina Baxozê ji aliyê QSD’ê bi alîkariya Koalîsyona Navnetweyî ve ye. Baxoz baregeha dawîn a çeteyên terorîst ên DAIŞ`ê li Sûriyê, bû.
Ev serkeftina dîrokî ku keç û xortên gelê me, li hember vê rêxistina terorîst ku artêş û dewlet nikarîbûn têk bibin, bi dest xist.
Bi vê boneyê di serî de em şehîdên xwe ku her tiştê giranbuha û canê xwe ji bo Sûriyê û tevahî cîhanê ku bi ewlehî û azadî bijîn feda kirin, bi bîr tînin.
Berdêlên wan bûn bingeha sereke ya xurtkirina bingehên biratiya gelan, jiyana hevbeş û aştiya sivîlan.
Di vê rojê de û beriya 6 salan herêm û tevahî cîhan derbasî qonaxeke nû, ya kar û şerê li dijî vê rêxistina ku gef li aramî û ewlehiya tevahî cîhanê dixwar, bû.
Di dema ku hêzên me yên leheng bi nûnertiya QSD`ê karîbûn rêxistina terorîst a DAIŞ’ê di aliyê erdnîgarî têk bibin de, bermahiyên vê rêxistinê hîna jî hewl didin xwe bi rêxistin bikin û rewşên ku herêm tê re derbas dibe, keysbaz bikin da ku xwe jinûve birêxistin bike û êrişên terorîstî li dijî herêmê pêk bîne.
Ji ber vê yekê jî divê em hevgirtin û hevkarîya xwe xurttir bikin da ku rê li pêşiya jinûve birêxistinkirina şaneyên rêxistina terorîst bigirin.
Ji ber ku ku beriya her tiştî ew metirsiyê li ser welatê me Sûriyê çêdike û pêwîstiya vê yekê bi hevkarî û koordînasyona di navbera hêzên navneteweyî û di serî de hêzên Koalisyona Nanveteweyî de, heye.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema ku em vê boneyê li xwe, gelê xwe û cîhanê pîroz dikin de, em teqez dikin ku şerê li dijî vê rêxistinê çi di warê leşkerî de û çi di warê fikrî de, hîn bidawî nebûye.
Divê em tu hewl û derfetan nedin ku ev terorîzm xwe ji nû ve zindî bike.
Di vê çarçoveyê de em diyar dikin ku xebatên me ji bo vê yekê didomin.
Careke din em têkoşîn, berxwedan û fedekariya gelê me ya di oxira tevahî cîhan bi aramî û ewlehî bijî de, silav dikin.
Em lehengên xwe yên QSD`ê silav dikin û bi vê boneyê em wan pîroz dikin.
Em teqez dikin ku xebatên me ji bo pêkanîna hêvî û xwestekên şehîd û gelê me di avakirina Sûriyeyeke demokratîk, yekgirtî û nenavendî de, dewam dike.”



