Artêşa Tirk depo û kargehên herêmên dagirkirî talan kirin

Hevserokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Girê Spî Fatih Kerdo diyar kir ku dewleta Tirk bi talankirina depo û kargehên herêmên dagirkirî, dixwaze aboriya herêmê têk bibe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 11 hezar û 400 ton genim ji depoyên Dehlîz ên bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî, 11 hezar ton genim ji depoyên Sexrat ên li başûrê Girê Spî û depoyên Şerigirakê ku tê de 9 hezar ton genim û 11 hezar ton ceh hebû, dizî.

Saziya berhemên axê ya dewleta Tirk jî, li xwe mikur hat ku nêzî 20 hezar ton genim û ceh û berhemên din ji Girê Spî diziye.

Ne tenê depoyên genim, dewleta tirk her wiha kargehên li hermê jî talan kirine.

Dizî û talankirina berheman ku aboriya herêmê têk dibe, rastî nerazîbûnên şêniyan hat.

Hevserokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Girê Spî Fatih Kerdo diyar kir ku diziyê rewşa jiyanî ya şêniyên herêmê, xirabtir kir û got:

“Li dikanên bazirganiyê heta pêdiviyên herî biçûk ên jiyanê jî peyda nabin. Bi dehan kargeh û cihên çêkirina madeyên xwarinê û madeyên paqijiyê hatin dizîn.”

Kerdo da zanîn ku çeteyên dewleta tirk berhemên şêniyan ji wan distînin û destnîşan kir ku ji ber van kiryaran berhemdariya herêmê jî kêm bûye.

Leave a Reply

Back to top button