Operasyonên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didome.
Li Îzmîrê ji kesên Ku tevlî xwepêşandanên li dijî girtina “Ekrem Îmamoglû” bûn 10 kes hatin girtin û li Antalyayê jî 10 kes hatin girtin.
Her wiha Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin.
Çalakiyên Şermezarkirina girtina Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû didomin.
Li Îzmîrê ji 54 kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin.
Her wiha li omidûriyeta polîsan lêpirsîna gelek kesên bi heman hincetê hatin binçavkirin didome.
Hemwextî wê jî li Antalya Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) a Antalya Enes Keskîn û 9 endamên partiyê ku di 22’yê Adarê de li Antalya hatibûn binçavkirin.
Bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatin girtin.
Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
Êrîşên li dijî Ajansa Mezopotamyayê (MA) didome.
Navnîşan “mezopotamyaajansi42.com” a ajansa Mezopotamya hat astengkirin.
Biryara astengkirinê nehat eblîxkirin û hat diyarkirin ku Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1’ê a Semsûrê biryara astengkirinê daye.



