Şandeyek ji Partiya DBP’ê û DEM Partî ji bo hin rêze hevdîtinan çû Herêma Başûrê Kurdistanê.
Şandeyê serdana waliyê Silêmaniyê kir.
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, piştî civîna li gel DEM Partî û DBP’ê ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê divê hemû Kurd piştevaniya pêvajoyê bikin.
Şandeyek ji Partiya DBP’ê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî îro serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî kir û ji aliyê walî ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de behsa pêvajoya çareseriya ya li Tirkiyê hatî destpêkirin, rola aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan ya di pêvajoyê de hate kirin.
Heval Ebûbekir: Erkê her Kurdekê ye, piştgiriya pêvajoyê bike
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, piştî civîna li gel DEM Partî û DBP’ê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê erkê hemû Kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin.
Heval Ebûbekir piştgiriya xwe ya ji bo şandeyê û pêvajoyê dubare kir û got:
“Em hêvîdarin ku dewleta Tirk di demek nêz de bersivê bide vê pêvajoyê û êdî wext winda neke.”
Keskîn Bayindir: Serketina li Bakur, serketina hemû aliyên Kurdistanê ye
Piştre Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got:
“Me li ser pêşeroja Kurd û Kurdistanê gelek guftugokiribû.
Ger ev pêvajo li Bakurê Kurdistanê pêş bikeve dê bandorê li aliyên din ên Kurdistanê jî bike.”
Biryare şande li gel aliyên siyasî û kesayetên din ên Silêmaniyê jî kom bibe.



