Malbatên gerîla bi boneya cejnê serdana Gorstina Gerîla ya navçeya Licê ya Amedî kirin. Malbatan gotin ew ê di her şert û mercê de xwedî li keda şehîdên xwe derkevin.
Malbatên Amedê yên ku zarokên wan di şerê têkoşîna rizgariyê de di dîrokên cûda de şehîd bûne, beriya Cejna Remezanê serdana goristan gerîla ya navçeya Licê ya Amedê kirin.
Di serdanê de Malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî amade bûn.
Dimenan de jî xuyaye dewleta dagirker gorên gêrîla xirakirine û bê hûrmetî kiriye.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç got ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û dê têkoşîna wan bidomînin.
Malbatan dîtin ku kêlên gorên li goristanê hatine şikandin û bertek nîşan dan. Malbatan, kêlên xizmên xwe maç kirin, kevirên wan kom kirin û soza şopandina rêka zarokên xwe dubare kirin.



